Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ji HSDê cuda bû, beşdarî rêzên çekdarên Sûriyê bûn
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê, ku ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk bûn, îro sêşemê ji HSDê cuda bûne û çûne nav rêzên Rêveberiya Opozîsyonên Leşkerî yên ser bi Opozîsyona Sûriyê.
Fermandarê wê hêzê di vîdeoyeke taybet û di nav xelkê de ragehandiye, ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD)ê cuda bûne û diçin nav hêzên binavê “Bersivdana dijminatiyê” a hêzên opozîsyona Sûriyê, herwaha dibêje: Milkê giştî li Dêrazorê diparêzin.
Hêjayî gotinê ye bajar û navçeyên Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê, piştî rûxandina Beşar Esed alozî û xwepêşandaneke zêde tê de hat kirin û beşek ji xwepêşanderan daxwaz kirin ku HSD li wê navçeyê vekişe.
