• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: YJK xwedan xebateke girîng û berçave

Gulan Media December 11, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: YJK xwedan xebateke girîng û berçave

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî yekîtiya jinên Kurdistanê kiriye.

Îro Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kiriye.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Bi minasebeta salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî Sekreter, endamên komîteya Sekretarî û tevahiya jinên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftin û serkeftinê bo wan dixwazim.

Dibêje yekîtiya jinên Kurdistanê xwedan dîrokeke pir ji xebat û têkoşîne û di xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de jî xwedan roleke gelek girîng û berçave. Hêvî dikim YJK li ser xebat û têkoşîna xwe bo mafên jinan û parastina wan û parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê berdewam be û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

 

Top