Serokê Hikûmetê li gel Wezîra Geşepêdana Berdewam a Behreynê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Behreynê de, li gel wezîra geşepêdana berdewam a wî welatî civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Berçile li Menameyê bi Wezîra Geşepêdana Berdewam û Seroka Encûmena Geşepêdana Aborî ya Behreynê Nor bint Elî El-Xilêf civiya.
Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warê aborî û jêderên dahatê û pêşvebirina veberhênanê di warên curbicur de hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi serdaneke fermî giheştibû Behreynê û biryar e li gel Şah, Welîehd, Serokwezîr û berpirsên pilebilind ên Behreynê bicive û li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û dawî guhartin û pêşhatên navçeyê gotûbêjan bike.
Basnews
