• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji bo vekirina Zanîngeha Şingalê rezamendî hat dayîn

Gulan Media December 10, 2024 Nûçe
Ji bo vekirina Zanîngeha Şingalê rezamendî hat dayîn

Endamekî Parlamentoya Iraqê ragehand, rezamendî ji bo danîna kevirê bingehîn ê zanîngeha Şingalê tê dayîn û dê ziyanlêketiyên Şingalê bên qerebû kirin.

Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokwezîrê Iraqê rezamendî nîşandaye ji bo danîna kevirê bingehîn ê zanîngeha Şingalê. Herwaha rezamendî li ser qerebû kirina ziyanlêketiyên Şingalê jî daye.’’

Mehma Xelîl got: ‘’Ew projeyane dê xizmetekî baş ji bo xelkê Şingalê bike, em jî dê berdewam bin ji bo kar li ser bicîhanîna daxwazên xelkê Şingalê bikin.’’

 

Basnews

Top