• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiye du zarokên din yên Kurd şehîd kir

Gulan Media December 10, 2024 Nûçe
Tirkiye du zarokên din yên Kurd şehîd kir

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di topbarana Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê de 2 zarokan canê xwe ji dest da.

Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê gundê Kon Eftarê yê Kobaniyê topbaran kirine.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Ferhad Şamî got, "Gundê Kon Eftarê yê ku dikeve başûrrojavayê bajarê Kobaniyê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û di encamê de 2 zarok şehîd bûn.

Top