Serok Barzanî û Xemîs Xence civiyan
Behsa pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin.
Duhê êvarê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya kesatiyê diyar û bernas yê Îraqî Xemîs Xencer kir.
Di civînê de her du aliyan behsa pêşhat û bûyerên siyasî yên li Îraqê, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê û herwiha rewşa heyî ya li deverê de kirin.
