• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rûsya daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike ji Sûriyê derkevin

Gulan Media December 7, 2024 Nûçe
Rûsya daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike ji Sûriyê derkevin

Balyozê Rûsyayê li Sûriyê daxwaz ji hemwelatiyên Rûsî dike, bilez ji Şam û navçeyên din ên Sûriyê bicîh bihêlin û wegerin Rûsyayê.

Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Ji ber alozî û têkçûna rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyê balyozxaneya Rûsyayê li Şamê daxwaz ji hemû wan hemwelatiyên Rûsyayê dike ku li Sûriyê dijîn û niştecîhbûne, eger bi dilxwazî dixwazin wegerin Rûsyayê, waye derfet hatiye çêkirin ku bi geşta bazirganî bi rêya balefirgeha Şamê bo ber bi Moskowê wegerin.’’

Hêjayî gotinê ye ku êrîşa grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û kontrolkirina parêzgehên Helebe û Hemayê û vekêşîna artêşa Rejîma Sûriyê bê berevanî kirin, naha ew grubên çekdar geheştine bajarê Humsê ku dikeve bakurê Şamê.

 

Basnews

Top