• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Hêvîdarim pêşveçûna grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bê pirsgirêk berdewam bike

Gulan Media December 7, 2024 Nûçe
Erdogan: Hêvîdarim pêşveçûna grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bê pirsgirêk berdewam bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew hêvî dike ku grubên çekdar ên Sûriyê bê pirsgirêk pêşdeçûna xwe bidomînin. Herwiha got jî: Grubên opozîsyona Sûriyê armanc dikin ku xwe bigihînin Şam a Paytext.

Erdogan piştî nimêja înê ji rojnamevanan re got: “Grubên opozisyonê pêşveçûnên xwe berdewam dikin, armanca piştî Heleb, Hema û Humsê, Şam e. Em hêvîdar in ku ev meş bê bê pirsgirêk berdewam bike.

Serokomarê Tirkiyê got: “Me pêştir pêşniyar li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir ku em bi hev re pêşeroja Sûriyê diyar bikin, lê me bersiveke erênî wernegirt.”

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê di demekê de ye, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê ji aliyê bakur ve derbasî gundewarê bakurê Humsê bûn û gund û bajarokên ku bi salane di bin destê rêjîma Sûriyê de ne, xistin bin kontrola xwe.”

 

Basnews

Top