Wezîrê Derve yê Îranê bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê
Wezîrê Derve yê Îranê bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û biryar e bi berpirsên Iraqê re li ser rewşa Sûriyeyê danûstandinan bike.
Medyayên Navxwe yên Iraqê îro În, 06.12.2024 ragehand, “Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi serdaneke fermî gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, û biryar e di vê serdanê de bi berpirsên Iraqê re li ser dawî pêşhatên rewşa Sûriyeyê danûstandinan bike.”
Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku tirsa derbazbûna qeyrana Sûriyeyê bo Iraqê di zêdebûnê de ye, ew tirs jî ji dubarebûna ezmûna dehsalên borî ye dema ku komên çekdar hatine nav axa Iraqê, lewma vê yekê Îran nîgeran kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Iraqî duh Pêncşem, 05.12.2024 ragehand, “Sibe roja Înê, 06.12.2024 Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê dicivin.”
Ev civîna sêalî piştî wê yekê tê ku, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê kontirol kirin û nêzî parêzgeha Himisê jî bûne.
Her li dû zanyaran, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê tenê 48 kîlometran ji navenda bajarê Himisê dûr in.
Basnews
