• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê kir

Gulan Media December 4, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê kir

Behsa prosesa siyasiya herêmê hatiye kirin.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Ilbrus Kutrashiv kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Rûsyeyê li herêma Kurdistanê Maxim Rubin jî têde beşdar bû, balyozê Rûsyeyê jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ragihand ku meşandina serkeftî ya hilbijartinên parlementoyê di rewşeke aram û beşdariya zêde ya xelkê destkeftiyeke mezine bo herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa pêngavên nava prosesa siyasiya herêmê û ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, pêşhat û guhertinên dawî yên li deverê û metirsiyên serhildana terorê mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.

 

Top