Kurmamekî Beşar Esed di şerê li bakurê Hemayê de hat kuştin
Çapemeniya nêzîkî grubên çekdar ên Sûriyê nûçeya kuştina Elî Munir Esed ê kurmamê Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed e li gund û warên derdora bakurê Hemayê belav kirin, ku di şerên artêşa Sûriyê yên li gel grubên çekdar de beşdar bûye.
Li gor wan nûçeyên ku ji aliyên çapemeniya Sûriyê ya nêzîk grubên çekdar belav kiriye, kurmamê Serokê Sûriyê Beşar Esed ê bi navê Elî Munir Esed li gel hevalê xwe yê bi navê Heysem Ebu Mîzar li navçeya Suqeylebiye ya li bakurê Hemayê ji aliyê dronekî ve bûye armanca êrîşê.
Li gor malpera Bexdad Elyewm çapemeniya nêzîk hikûmeta Sûriyê ragehandiye: ‘’Ew drona ku wan gruban bikaraniye ji bo armanckirina Elî Munir Esed cureya şahîn e ku di êrîşên vê dawiyê bidest xistine.’’
Basnews
