Balefirên şer ên Amerîkayê sinorê Iraq û Sûriyê bombebaran kir
Balafirên şer ên Amerîkayê çend cihên girêdayî desteyên çekdar ên Şîeyan li El Bukemalê li nêzîkî sinorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Amerîkayê çend cihên girêdayî desteyên çekdar ên Şîeyan li El Bukemalê li nêzî sinorê Sûriye û Iraqê li deverên El Cela, El Xebra, El Siyal, Heserat û Kemera Kesk a li devera El Bukemalê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, “Êrîşan cihên alîgirên Îranê kirine armanc û heta niha çi zanyarek li ser zirarên mirovî nehatiye raportkirin.”
Li gor heman çavkaniyê ragehandiye: “Ji ber êrîşa balafirên şerî yên Amerîkayê li ser cihê Lîwaya 104ê ya Sûriyeyî, şeş serbaz li sinorê derdora balafirxaneya serbazî ya Dêrazorê mirine.”
Rewangeha Sûrî got: “Balafirên şerî yên Amerîkayê dest bi helemeteke giran bo ser heft gundan li rojhilata Firatê kir, herwesa Civata Serbazî ya Minbicê jî bizav ji bo kontirolkirina wan kir.”
