Runiştina Parlamentoya Kurdistanê ji bo demeke nediyar hat paşxistin
Ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya reha ya amadebûyîyan ji bo hilbijartina desteya serokatiyê, rûniştina îro 02.12.2024 ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ji bo demeke nediyar hat paşxistin.
Birêveçûna rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê
Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê sibeha îro (Duşem, 02.12.2024), piştî xwandina çend ayetên Qurana pîroz, sirûda niştîmanî û rawestiyan ji bo canê pakij ê şehîdan, hat destpêkirin û biemirtirîn perlemanterê vê gerê Endamê Firaksiyona Newey Nwê Mihemed Silêman serokatiya wê kir.
97 endamên Perlemana Kurdistanê tevlî rûniştina yekê ya Perlemanê bûn û hemiyan sonda qanûnî xwar.
Derxistina perlemantereke Komela Dadgerî
Komela Dadgerî ya Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Ji ber tevlîbûna Hêro Etar di rûniştina Perlemana dîzaynkirî de, me biryar li ser derxistina wê ji nav rêzên Komela Dadgerî da.”
Komela Dadgerî ya Kurdistanê tekez jî kir, “Her kandîdekî hilbijartî eger pabendî biryara boykotkirina rûniştinên Perlemanê nebe, ji nav rêzên Komelê tê derxistin.”
Basnews
