• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê behsa rewşa deverê kirin

Gulan Media December 3, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê behsa rewşa deverê kirin

Li ser ava kirina kabîneya nû di demeke nêz de hemfikir bûn.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê birêz Serge Diction kir.

Balyozê Beljîkayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê pîrozbayî li me kir û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê di demeke nêz de hemfikir bûn û di vê derbarê de jî yekem civîna parlementoya Kurdistanê bi pêngaveke gelek girîng hate wesifkirin.

Herwiha me giftûgo derbarê girîngiya dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên Kurdistanê, destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê,  pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û rewşa aloz ya Sûriyeyê kir.

Top