• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şaredarê Bexdayê kir

Gulan Media December 1, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şaredarê Bexdayê kir

Duh 30.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şaredarê Bexdayê Endazyar Emar Mûsa Kazim kir.

Di hevdîtinê de behsa plan û bernameyên di derbarê avadankirin û geşkirina jêrxana Bexdaya paytexta Iraqa Federal kirin û Serok Barzanî destxweşî li hewl û pêngavên wan yên ji bo avadankirin û geşkirina Bexdayê kir.

Her di vê hevdîtinê de Şaredarê Bexdayê du tablo wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir ku yek ji wan wêneya serdema zaroktiya Serok Mesûd Barzanî bû.

Top