Sûdanî piştgiriya xwe ya ji bo Beşar Esed tekez kir
Êvara roja 30.011.2024, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di pêywendiyeke telefonî ya li gel Serokomarê Sûriyê Beşar Esad de, tekez kiriye ku asayîşa Sûriyê û Iraqê yek tişte.
Li gor daxuyaniyeke Ofîsa Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê, di wê pêywendiya telefonî de pêşhatên rewşa niha ya Sûriyê û ew astengiyên ewlekarî hatine gotûbêj kirin ku rûbirû dibe, Sûdanî harwaha ji bilî pêşhatên rewşa navçeyê, tekezî li wê kiriye ku asayîş û aramiya Sûriyê bi asayîşa netewiya Iraqê ve girêdayî ye û bandorên wê li ser asayîşa herêmê bi giştî û hewildanên xurtkirina îstiqrarê li Rojhilata Navîn heye.
Di heman demê de, li gorî daxuyaniya serokatiya Sûriyê, Sûdanî ji Esed re piştrast kir ku "ewlehiya Sûriye û Iraqê yek ewlehî ye. Herwaha tekezî li ser amadebûna Iraqê kiriye ji bo ku hemû piştevaniyekî pêwîst pêşkêşî Sûriyê bike bo rûbirûbûna li hember grûpên serhildêr.
Basnews
