• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser pêşxistina peywendî û berjewendiyên aborî yên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin

Gulan Media November 28, 2024 Nûçe
Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser pêşxistina peywendî û berjewendiyên aborî yên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin

Di çarçoweya duyemîn roja MUSIAD EXP 2024 de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî di çend panelan de kir û li ser pêşxistina peywendiyan û berjewendiyên aborî yên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.

Îro 27.011.2024, Parêzgeha Hewlêrê ragehand: “Şanda Herêma Kurdistanê li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê ku ji Wezîrê Veguhestin û Gehandinê Ano Cewher, parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw  û Wezîrê Herêmê bo kar û barên pêkhateyan û Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Serok û endamên Odeyên Bazirganî yên Hewlêr û Silêmaniyê beşdarî duyemîn roja MUSIAD EXP 2024 de, di çend panelan de li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina tevgerên bazirganî û berjewendiyên hevbeş ên aborî di navbera Tirkiye û welatên din, Herêma Kurdistanê û Iraqê de beşdar bûn.”

Herwaha ragehandiye ku piştî pêşkêşkirina çend gotarekî di panêlande, danûstandina navbera şanda Herêma Kurdistan û bazirganên Herêmê û Tirkiyê destpê kir, tê de bal hatiye kişandin li ser rewşa aborî û çawaniya bihêzkirina pêywendiyên bazirganî û pîşesazî û tevger û rewşa bazirganî û dîtina rêyeçareseriyeke guncav bo ber bi pêşve birina rewşa aborî ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, herwaha di vî warî de her du alî hemfikir bûn ku di çarçoveya tedbîr, yasa û rênîşanderan de hewlên zêdetir bidin ji bo pêşxistina aborî, bazirganî û pîşesaziya di navbera herfu aliyande. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe nîşan da ku hemû asankariyên yasayî û îdarî pêşkêşî hemû kompani, karsaz û sermayedarên Tirkiyê yên ku dixwazin di pêşxistina bazirganî, pîşesazî û veberhênanên Herêma Kurdistanê de rola xwe bilîzin.

 

Basnews

Top