• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiye.. Şandeke Herêma Kurdistanê beşdarî vekirina pêşangeha MUSIAD EXP 2024 bû

Gulan Media November 27, 2024 Nûçe
Tirkiye.. Şandeke Herêma Kurdistanê beşdarî vekirina pêşangeha MUSIAD EXP 2024 bû

Şandeke Herêma Kurdistanê îro 26.11.2024 li ser daxwaza Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê beşdarî vekirina pêşangeha MUSIAD EXP 2024ê ya girêdayî bazirganî û pîşesaziyê li bajarê Stenbolê bû, ku bi amadebûna Cîgirê Serokomar û herjmareke din a wezîr û berpirs û karbidestên wî welatî bi rê ve çû.

Şanda Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Veguhastinê Ano Cewher, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf, Wekîlê Wezareta Bazirganî Serwer Hawarî û serok û endamên odeyên bazirganî yên Hewlêr û Silêmaniyê pêk hatiye.

Di wê pêşangehê de, ku kompaniyên 100 welatan tevlî wê bûne, Herêma Kurdistanê jî pişkdar e û şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê de hejmareke hevdîtin û civînan jî heye.

 

Basnews

Top