• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çavpêkeftina Serok Barzanî bi kanala Sky New Erebî re

Gulan Media November 27, 2024 Nûçe
Çavpêkeftina Serok Barzanî bi kanala Sky New Erebî re

Serok Barzanî di çavpêkeftineke giring û taybet de bi kanala Sky New Erebî re behsa rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê ya Federalî re û danûstandinên her du aliyan ji bo çarekirina arêşeyên hilawîstî û hejmareke mijarên din kir.

Serok Barzan li destpêkê behsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “Gelek aliyan wesa fêm dikir ku hilbijartin nayên kirin. Eger bên kirin jî, gelek arêşe dê jê peyda bibin. Lê hilbijartin di rewşeke aram û bê arêşe de hatin kirin. Rêjeya tevlîbûnê destkeftiyekê mezin bû û xelkê Kurdistanê serê me bilind kir.”

Serok Barzanî amaje jî da, “Me şandek heye ji bo peywendîkirina bi aliyan re ji bo pêkanîna hikûmetê û ji wan jî YNKê taybetmend e. Pêngava yekê civîna Perlemanê ye, piştî hingê pêngavên din tên avêtin. 10 roj li ber destê me ne, ew lijne dest bi livînê dike. Me vîto li ser çi kesekî nîne, lê xaleke giring heye; hilbijartin hatine kirin û encam jî ron in. Em jî pişta xwe bi siyaseta hilbijartinan germ dikin. Postên serokatiyê mafên hilbijartinan in, ne em şertan ji çi kesekî qebûl dikin û ne şertan li ser kesê jî disepînin. Divê ew yek ron be ku yek herêm, yek perleman, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan a hevgirtî hebe. Encamên hilbijartinan jî ron in û divê em pabendî wan encaman bin.”

Serok Barzanî di derheqa yekkirina hêzên Pêşmergeyan got, “Yekkirina hêzên Pêşmergeyan peywendî bi sazişê ve nîne, belkî bernameyeke berdewam e. Wezareta Pêşmerge ji hevahengiya bi şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî re berpirs e, heta niha jî pareke zêde ya hêzan kirine yek û ew pirose berdewam e. Hemî duberekiyên navxweyî di berjeqendiya Herêma Kurdistanê de nînin û kar ji bo derbazkirina hemî arêşe û duberekiyan tê kirin.”

Serok Barzanî herwesa behsa destûrê Îraqê kir û amaje da, ji bo nivîsîna destûrî darişteyeke amade heye û tenê çend bend nebin, di demeke kêm de em digehin darişteya dawiyê ya destûrî, ji ber ku ev demeke zêde ye ku karê cidî ji bo nivîsîna destûrî hatiye kirin.

Serok Barzanî di derheqa piroseya serhejmêriyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê ragehand, “Em hatine piştrastkirin ku vê serhejmêriyê çi peywendiyek bi deverên Kurdistanî re nîne, ên ku li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ne û armanc ji serhejmêriyê pêşxistin e. Hin xalên ron piştî danûstandinan hebûn, ew jî hatin çarekirin.”

Serok Barzanî di derheqa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê got, “Serdana min ji bo Bexdayê piştî şeş salan bû, berbesta derûnî nehêla, me li ser nexşerêyekê ji bo çarekirina arêşeyan li hev kir û lijneya taybetmend jî li ser karên xwe berdewam e. Bi awayekî giştî wê serdanê rewşeke erênî li Bexda û Hewlêrê çê kir. Niha vekirin di peywendiyan de heye û peywendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Îraqê jî baş e, lê hêşta hin arêşe mane û pêdivîtiya wan bi çarekirinê heye. Duberekî bê çare nînin, eger niyet û îrade hebin, bi hêsanî arêşe tên çarekirin.”

Serok Barzanî bal kêşa ser wê yekê jî ku, hin aliyan bizav ji bo liqalibdana Herêma Kurdistanê kiriye. Me ev araste dîtiye, lê me destûr heye û divê destûr navbijîvan be. Her biryareke federalî berevajî destûrî be, em red dikin.

Serok Barzanî di derheqa petrol û gazê de jî got, “Petrol û gaz milkê hemî xelkê Îraqê ne û divê bi dadperwerî bên parvekirin. Li Bexdayê hin kes hene ku bawerî bi destûrî nîne û dixwazin Herêma Kurdistanê piştguh bixin. Niha pêşveçûn heye û em hêvîdar in ev arêşe bê çarekirin.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku, divê serhejmêrî pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de biguhere, 12% pişkeke nedadperwer û newekhev e. Tevî ku Herêma Kurdistanê ew jî qebûl kiriye, lê yarî pê tên kirin û wekî xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê nayê kirin. Arêşe ew e ku pabendiyeke hûr bi destûr û lihevkirinan nîne.

Serok Barzanî di derheqa peywendiyên wan bi Sune û Şîeyan re eşkere kir, “Peywendiyên me bi Sune û Şîeyan re baş in. Sune piştî 2003ê di guhertinê negehiştin, min gelek bizav bi wan re kir û min gelek pêşniyar jê re kirin. Niha fêm dikin ku eger kar bi wan pêşniyaran kiriba, rewşa wan dê cudatir ba. Ez di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Suneyan re civiyam, birayên Şîe daxwaz ji min kir ku bi wan re bizavê bikim, ji bo ku kesekî ji bo postê Serokatiya Civata Nûnerên Îraqê kandîd bikin. Mixabin wan di navbera xwe de li hev nekir û li dawiyê piraniya wan gehiştin wê yekê ku mana wî postî bi valahî di berjewendiya Îraqê de nîne.”

Serok Barzanî di derheqa pirsa hilbijartinên pêşwext li Îraqê de jî ron kir, “Ez dûr dibînim ku hilbijartinên pêşwext bên kirin, Mihemed Şiya Sûdanî jî maf heye xwe ji bo Serokatiya Hikûmetê kandîd bike. Bernameya hikûmetê bernameya Hevpeymaniya Îdareya Dewletê ye û hikûmet bi cih tîne. Herwesa pêdivîtiya rewşê bi hilbijartinên pêşwext nîne û ew bi xwe demeke kêm maye.”

Serok Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de behsa xwevekêşana Sedir ji piroseya siyasî kir û got, “Min nedixwest Tevgera Sedir xwe ji piroseya siyasî û Civata Nûneran vekêşe, ji ber ku xwevekêşana wan valahî çê kiriye. Ez amade me pêşengiyê jî ji bo vegeriyana Sedir bikim, eger encam hebe.”

Serok Barzanî di derheqa guhertina qanûna hilbijartinan de jî wesa dibîne ku, guhertina qanûna hilbijartinan bi hemî hilbijartinan re bûye kêmasiyeke mezin, bi wan hemî guhertinan re jî serê xelkî hatiye têkdan. Baştir e ku li ser yek qanûnê bimînin.”

Serok Barzanî di derheqa opozisyona Îran û Tirkiyeyê de ragehand, “Cudahiyeke zêde di navbera opozisyona Îranî û PKKê de heye. Opozisyona Îranê berî 50 salan hatine Îraqê, wan desttêwerdan di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de nekiriye, rêz li qanûnên Herêma Kurdistanê girtiye. Hi pêgehên sade li ser sinoran hebûn, Îranî wesa difikirîn ku ew pêgeh li ser wan gef in. Lihevkirineke sêalî di navbera Herêma Kurdistanê û Îraq û Îranê de hat kirin, ku em dikarin wan hêzan ji wan deveran vekêşin. Dema em bi Hizbî Dîmoqrat û Komeleyê re axiftin, wan gelek bi singfirehî bersiv da û bi berpirsyarî serederî kir û ew arêşe bidawî hat. Lê PKK wesa difikire ku ew desthilatê li deverê dikin, bi Herêma Kurdistanê nakin û itîrafê jî pê nakin, daxwaziyên wê jî bi cih nayînin.”

Serok Barzanî herwesa got, “Eger PKK wekî opozisyona Îranê serederiyê bike, di 24 seetan de arêşeya wan bi Tirkiyeyê re çare dibe. Îran û Tirkiye cîranên Îraq û Herêma Kurdistanê ne, di berjewendiya me de nîne ku têkdan di peywendiyan de hebe neasayî bin, niha peywendî ber bi baştir ve ne. Em naxwazin peywendiyên me bi çi kesekî re  xirab bin lê em xwediyên bingehekê ne ku her tiştekê rû bide, em destan bernadin. Em qet rêyê bi çi kesekî nadin ku desttûerdanê di kar û biryarên me de bike.”

Serok Barzanî di derheqa rewşa Rojhilata Navîn de jî got, “Di berjewendiya Îraqê de nîne ku hevrûşî şerî bibe, çi feyde di şerî de nîne û zirardîtiyê yekê Îraq e û êrîşên wê jî bêfeyde ne.”

Serok Barzanî di derheqa hêzên Hevpeymanan û Rêkxistina DAIŞê de jî got, “Heta niha DAIŞ gef e. Eger Hevpeyman berî amadekariyên temam ên hêzên Îraqê û Pêşmergeyan xwe vekêşin, mimkin e DAIŞ vegere û bihêztir jî be. Heta niha DAIŞ maye û metirsiyeke cidî ye. Bê piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, me nedikarî bi awayî li ser DAIŞê bi ser bikevin. Îraq ji aliyê sîstema bergiriya asmanî ve gelek lawaz e an her nîne. Pêdivîtiya me bi şiyanên rastîn heye.”

 

 

K24

Top