• Wednesday, 11 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê ragehand ku wan bi Iraqê re lihev kirine ku sala bê hebûna leşkerî li Iraqê bidawî bînin

Gulan Media November 26, 2024 Nûçe
Balyoza Amerîkayê ragehand ku wan bi Iraqê re lihev kirine ku sala bê hebûna leşkerî li Iraqê bidawî bînin

Balyoza Amerîkayê li Iraqê radigehîne, “Me bi Iraqê re lihev kir ku sala bê hebûna leşkerî li Iraqê bidawî bînin.”

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski îro 25.11.2024 ragehand, “Me bi Iraqê re lihev kir ku sala bê hebûna serbazî li Iraqê bidawî bînin.” Herwesa got, “Ji bo kêmkirina aloziyên deverê bi Iraqê re, Amerîka helwesteke giring werdigire.”

Alina Romanowski ron jî kir, “Guhertina erkê hevpeymanan derfeta mukomkirina peywendiyên bi Iraqê re peyda dike.” Herwesa got, “Erkê hevpeymanan li Iraqê piştî şkestina DAIŞê hêşta berdewam e.”

Balyoza Amerîkayê di derheqa hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê de jî eşkere kir, “Me bi Iraqê re lihev kir ku sala bê hebûna serbazî li Iraqê bidawî bînin.”

Alina Romanowski di derheqa karê bankên Iraqê de jî amaje da ku, bawerî bi bankên Iraqê û pêşkeftina wan heye. Herwesa got, “Lihevkirina stratejîk a tevalî tenê lihevkirineke ewlehî nîne.”

 

Basnews

Top