• Wednesday, 11 February 2026
logo

Polîsan bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê de girt

Gulan Media November 26, 2024 Nûçe
Polîsan bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê de girt

Polîsan îro li Amedê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê û çend kesên din de girt.

Li gorî nûçeya MAyê hêzên ewlehiyê îro li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girt.

Polîsan bi ser malên Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girt.

Lêgerîna li malan berdewam dike.

Cengîz Dundar, Roza Metîna, Ardîn Dîren û çend kesên din hatin desteserkirin.

Li Mêrdînê jî di operasyona bisergirtina malan de  Mehmet Şîmdî, Mehmet Nûr Şîmdî, Medîne Şîmdî û Ronî Şîmdî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên hatin desterserkirin birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajar.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girt û çend kes desteser kirin. 

Her wiha li Amedê jî rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu hatin desteserkirin. 

 

Rudaw

Top