Wezîrê Navxwe li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê kir
Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşedanî ji bo beşdarî kirina di 5emîn Forma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS2024) gehişte Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe û şandekî pêre hatin pêşwazî kirin.
Îro êvarê 21.011.2024, parêzgariya Hewlêrê ragehand ku Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hemahengî û Lêkolîna Hikûmeta Herêmê Ebdulahekîm û parêzgarê Hewlêrê, Omêd Xoşnaw, li balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, pêwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşedanî û şanda pêre kirin, ku ji jimareyek parlamenter pêk hatibûn.
Harwaha hatiye diyar kirin ku biryare sibê roja înê di 5emîn Forma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS2024) de beşdariyê bikin.
