• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirê baskê Xaneqînê yê PDKê: Ew helwesta bi rûmet ji xelkê Kerkûkê dihat hêvî kirin

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
Berpirê baskê Xaneqînê yê PDKê: Ew helwesta bi rûmet ji xelkê Kerkûkê dihat hêvî kirin

Berpirsê baskê Xaneqîn ê PDKê ragehand, ku ew helwesta bi rûmet ji xelkê Kerkûkê dihat hêvîkirin.

Berpirsê baskê Xaneqînê ya PDKê Ekber Heyder di derbarê helwesta Kerkûkiyan û şêniyên resen yên navçeyên madeya 140, ku bi çendîn qonax li ser warên xwe hatine derbeder kirin û aware kirin, lê li gel wê jî her amadene bo serjimartinê li cihê xwe warin tomar kirin û weku hat dîtin di rojên borî de weke lehiyê vegeriyan, bo BasNewsê ragehand, ew helwesta bi rûmet  a ku ji xelkê Kerkûkê dihat hêvî kirin bû û got: “Ew lêhiya vegerina bo Kerkûkê û navçeyên madeya 140, hestên welatparêzî û rihê neteweyî ye, em rêzeke zêde li wê helwestê digrin û bi dil û can spasî û rêzên xwe arasteyên wan dikin. Ev cihê dilxweşiya me ye, ew helwesteke kurdperwerane û niştmanperwerane bû, hemwelatiyên me careke din li wan navçeyan îspat kirin, ku warên bav û kalên xwe bi cîh nahêlin û wî xakî dijîn û bo wê xakê dimrin, ji ber wê, hemûyan rêya dûr dan ber xwe û vegeriyan bo Xaneqîn û Kerkûk û Xurmatû û Mexmûr û Şingal û deşta Nînowa, heta ku li warên xwe bên tomar kirin û bên serjimartin, ji ber wê em bi helwesta wan serbilindin.”

Wî berpirsê PDKê amaje bi wê jî da, ew wek PDK amade ne ku berî rojên serjimêrî, niha û piştî serjimêriyê jî alîkariya wî xelkê bikin û gotin: “Em gelek şanaz in ku gelê me xwedî hesteke wisa bilind û niştimanperwer e û ji bo mayîna xwe û ji bo pirsgirêkên xwe yên netewî her dem amade ye ku qurbanî bide.”

 

Basnews

Top