Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyonekî hevbeş encamdan
Îro hêzên Pêşmerge li gel artêşa Iraqê gundên Kuşafî ya jêr û Kuşafî ya jor operasyonek kirin û operasyon demjimêr 06:00ê sibehê destpê kir û piştî nîvro demjimêr 13:00ê jî bi dawî bû.
Îro 16.11.2024ê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, îro demjimêr 06:00ê sibehê lîwaya 14 ya piyade ya hêzên Pêşmerge bi hevbeşiya li gel hêzên firqeya 14 ya bejayî ya artêşa Iraqê operasyonekî paqijkirinê encamdan.
Herwaha amaje bi wê yekê hate kirin ku ‘’Di operasyonê de navçeya gundên Kuşafî ya jêr, Kuşafî ya jor heta digehe berava Zê yê Mezin operasyon hate kirin û lêgerîn û kontrol hatin encamdan.’’
Hat ragehandin, ku piştî operasyona paqijkirinê demjimêr 13:00ê piştî nîvro operasyon bi dawî bû.
