• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fexrî Kerîm bo Serok Barzanî: Em hêvîdar in encamê hilbijartinan di xizmeta vejîna Herêma Kurdistanê de be

Gulan Media November 13, 2024 Nûçe
Fexrî Kerîm bo Serok Barzanî: Em hêvîdar in encamê hilbijartinan di xizmeta vejîna Herêma Kurdistanê de be

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 13.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.

Wekî ku di ragehandineke Baregayê Barzanî de hatiye, di wê hevdîtinê de “Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna berçav a welatiyan di hilbijartinan de li Serok Barzanî pîroz kirin, herwesa hêvî xwast ku encamên wê piroseya hilbijartinan di xizmeta seqamgirî û vejîna Herêma Kurdistanê de bin.”

Her di wê hevdîtinê de, “her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên deverê li hev guhertin.”

 

K24

Top