• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka û Brîtanya êrîşî ser Hudeydeyê kirin

Gulan Media November 12, 2024 Nûçe
Amerîka û Brîtanya êrîşî ser Hudeydeyê kirin

Çend pêgehên çekdarên hûsî hatine wêran kirin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, hêzên Amerîkî û Brîtanî bi hevbeşî êrîşî ser pêgehên çekdarên hûsî yên li Yemenê kirine.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Amerîkî û Brîtanî êrîşî ser çend pêgeh û cîhên steratejîk yên çekdarên hûsî li parêzgeha Hudeydeyê de kirin û di encama êrîşa han de çend pêgeh û cîhên steratejîk yên wan çekdaran hatine wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve çekdarên hûsî jî diyar kirine ku, duhê bişev 9 caran êrîşî ser wan hatiye kirin.

Top