• Wednesday, 11 February 2026
logo

Danielle Mitterrand di sed saliya xwe de li Hewlêrê hate bîranîn

Gulan Media November 12, 2024 Nûçe
Danielle Mitterrand di sed saliya xwe de li Hewlêrê hate bîranîn

Serok Barzanî jî di merasîmê de amade bû.

Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmek bo bîranîna sed saliya jidayik bûna dosta navdar ya gelê Kurd, xatû Danielle Mitterrand hate organîzekirin.

Di destpêka merasîmê de pêşengeheke wêneyan hate vekirin û Serok Barzanî û Serokwezîr bi hûrî li wan wêneyan mêze kir.

Pişt re di hola ahengan de li ser ekraneke mezin vîdeoyek derbarê jiyan û çalakiyên Danielle Mitterrand hate nîşandan.

Top