Şanda hevbeş a Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Îranê re civiyan
Îro şanda hevbeş a herdu Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, di serdaneke fermî de bo Îranê, li gel Wezîrê Derve yê Îranê civiyan.
Êvara îro yêkşemê şanda hevbeş a herdu Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, ku ji Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û şanda bi wan re pêk tên, di serdaneke fermî ya ji bo Îranê, li Tehranê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî û berpirsên din yên paye bilind a wê wezaretê re civiyan.
