Konsulusê Îranê xatir ji Serok Barzanî xwest
Li Pîrmamê li gel Serok Barzanî civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê û rewşa giştî ya deverê hatiye kirin û tekez li ser pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê de hatiye kirin.
Her di heman civînê de Serok Barzanî spasiya Konsulusê Îranê kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
