Li Pakistanê di rawestekekî trenê de teqînek pêkhat: Herî kêm 24 kes mirin
Li bajarê Ketta yê Pakistanê di rawestekekî trenê de teqînek pêkhat. Polîs li ser egera êrîşa xwekujiyê radiweste û di bûyerê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û hat ragehandin armanca êrîşê endamên artêşê bûne.
Li bajarê Ketta yê li başûrê rojavayê Pakistanê di rawestekekî trenê de teqînek pêkhat. Rayedar û karmendên polîs ên ji bo Reutersê axivîn ragehandin ku di bûyerê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûne.
Rêveberê Ewlehiya Beluçîstanê Mouzzam Jah Ansarî jî ragehand, heta naha di teqînê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ansarî diyar kir, rewşa piraniya birîndaran jî giran û hestyare û got, armanca êrîşê dibistana artêşê ya hêza bejayî bûye.
Berdevkê nexwaşxaneyê Wasim Baig jî ji Reutersê re diyar kir, heta naha 44 birîndar ji nexwaşxaneyekî sivîl re hatine veguhestin.
Rayedarê Polîs Muhammad Baloch jî ragehand, bûyer wekî ku xuya dike êrîşeke xwekujiyê ye, herwaha lêkolîna derbarê bûyerê de jî berdewam dike.
Baloch ragehand, trenekî ku dê ji bo bajarê Peşaverê birêketiba di wê demê de teqîn pêkhatiye û heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye serxwe.
Basnews
