• Wednesday, 11 February 2026
logo

Harrisê pîrozbahî li Trump kir

Gulan Media November 7, 2024 Nûçe
Harrisê pîrozbahî li Trump kir

 Namzeda Demokratan Kamala Harrisa ku di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de li hemberî namzedê Komariyan Donald Trump têk çû, telefonî wî kir û pîrozbahî lê kir.

Alîkarê Kamala Harrisê bi daxuyaniyekê ragihand:

“Harrisê telefonî Serokê hilbijartî Trump kir û ji bo serkeftina wî ya di hilbijartinên serokatiyê ya 2024an de ew pîroz kir.

Di hevdîtinê de, wê girîngiya veguhastina aştiyane ya desthilat û serokatiyê ya ji bo hemû Amerîkiyan diyar kir.”

Bi vî awayî, Harrisê têkçûna xwe ya di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi fermî qebûl kir.

Tê çaverêkirin ku saet 00:00an (bi dema Hewlêrê) axaftinekê bike û encamên hilbijartinan binirxîne.

Di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên ku 5ê mehê hatin kirin de, Trumpê namzedê Komariyan 277 delege bi dest xistin û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.

Donald Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi awayekî fermî sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

 

Rudaw

Top