Milîsên Iraqê 6 êrîşên cuda li ser Îsraîlê pêkanîn
Milîsên Iraqê yên wek Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê xwe dinasînin, di çend beyanameyên cuda de aşkera kirin ku 6 êrîşên cuda li ser Îsraîlê pêkanîne.
Îro 01.11.2024ê milîsên Iraqê, yên wek Eniya Berxwedana Îslamî xwe dinasînin, bi rêya çend beyanameyan ragehandin ku îro di çend demjimêran de, bi dronan şeş êrîş kirine ser pêgehên giring ên Îsraîlê.
Herwaha diyar kirin ku du êrîş li ser pêgehên giring ên Golanê pêkhatine, herwaha êrîş kirine ser 3 pêgehên din ên li başûrê Îsraîlê û bi dronekî jî êrîş kirine ser naverasta Îsraîlê.
Milîsên Iraqê bi giştî û çekdarên Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê bi taybet, gelek caran êrîşan li ser Îsraîlê pêktînin û ev yek dibe sedem ku Îsraîl êrîşên xwe yên dijî Xezeyê zêdetir bike.
Basnews
