• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Komara Tirkiyê ya Tirk û Kurdan e

Gulan Media October 31, 2024 Nûçe
Erdogan: Komara Tirkiyê ya Tirk û Kurdan e

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan radigihîne, “Komara Tirkiyê bi qasî ku ya Tirkan e, ya Kurdan e jî.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 30ê Cotmehê di civîna Koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan got: “Ev komar, komara Tirk û Kurdan e. Komara hemû kesên li ser axa vî welatî ne.”

Herwiha got: “Di sedsaliya borî de, pirsgirêk ne ji ber sîstema komarê bûn, lê belê ji aliyê kesên ku li pişt têgihîştina komarê de, cihêkarî, zordestî û stemkarî li xelkê kirin û ew piştguhkirin bû, her wan jî ziyana herî mezin dane biratiya xwe.”

Serokomarê Tirkiyê got, “Îro careke din firsendeke bêhempa li ber destê me ye ku em biratiyê xurt bikin.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, ti banga wî ji bo PKK û Qendîlê tune ye.

Erdogan got: “Ez li ser navê gelê xwe yê ezîz spasiyên xwe pêşkêşî birêz Bahçelî dikim. Birêz Devlet rêberek e ku her tim di dîrokê de têbînî dike û rê nîşan dide. Kesên ku bangên wî bi vî rengî dixwînin, pencereya dîrokî ya firsendê dibînin û dilgeş dibin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di dema ku li herêma me hewl tê dayîn sînor ji nû ve bên xêzkirin, di parastina biratiya me ya herheyî de, muxatabê me yê bingehîn birayên me yên Kurd bi xwe ne.”

Herwiha Erdogan bang kir: “Birayên Kurd, em dixwazin ku hûn îman, Îslam, welat û hiqûqa biratiyê biparêzin. Werin em bi hev re Sedsala Tirkiyê ava bikin.”

 

Basnews

Top