• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê spasiya komîsyona hilbijartinan dike

Gulan Media October 31, 2024 Nûçe
Serokê herêmê spasiya komîsyona hilbijartinan dike

Şanda Komîsyonê serdana Serokê herêma Kurdistanê kir.

Îro li Hewlêrê şanda komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê serdana Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê spasiya komîsyon û tevahiya tîmên beşdar yên di prosesa hilbijartinan de kir ku, karîne prosesa dengdanê bi awayeke baş û şefaf bimeşînin. Serokê herêmê herwiha eşkere kir ku, li gor tavahiya pîweran ev hilbijartina han bo herêma Kurdistanê gelek girîng bû.

Ji aliyê xwe ve şanda komîsyonê jî spasiya Serokê herêma Kurdistanê kir û jiber serkeftî bûna prosesa hilbijartinê pîrozbayî li Serokê herêma Kurdistanê kir.

Top