• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hizbullaha Libnanê sekreterê xwe yê giştî diyar kir

Gulan Media October 29, 2024 Nûçe
Hizbullaha Libnanê sekreterê xwe yê giştî diyar kir

Hizbullaha Libnanî bi fermî Neîm Qasim wek sekreterê giştî hilbijart, da ku şûna Hesen Nesrullah ê ku roja 27ê Îlonê di êrîşeke Îsraîlê de li Beyrûtê hatibû kuştin, bigire.

Hizbullah îro 29ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi pabendbûna bi perensîp û armancên Hizbullahê û li gorî mekanîzma pejirandî ya hilbijartina Sekreterê Giştî, Hizbullahê Şêx Neîm Qasim wek Sekreterê Giştî hilbijart.”

Neîm Qasim (71 salî) ji sala 1991ê ve Cîgirê Sekreterê Giştî ye û berpirsê şopandina karên parlemanî û hikûmetê yên Hizbullahê ye.

Herî dawî Qasim berî du hefteyan xuya bû û got ku Hizbullah tevî derbeyên dijwar ên ku di encama êrîşên Israîlî de xwariye, hîn jî bi hêz e û saxlemî û karînên xwe yên meydanî ji nû ve bidest xistine.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî Hesen Nesrullah roja 27ê Îlonê di êrîşeke Îsraîlê li ser taxa Başûr ê Beyrûtê de hatibû kuştin.

 

Top