• Wednesday, 11 February 2026
logo

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya mamostayan dike

Gulan Media October 29, 2024 Nûçe
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya mamostayan dike

Di çarçoveya erkên xwe yên piştgiriya çand û perwerdeyê li bajarê Efrînê û navçeyên wê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Peymangeha Amadekirina Mamosteyan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêşî peymangehê kir. 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê serdana Peymangeha Amadekirina Mamosteyan kir û piştevaniya xwe ji wan re nîşan da û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wê kir.

Endamê Desteya Birêvebir ê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got:  “Me piştevaniya xwe ji wan re diyar kir û me çend amûrên pêwîst ji wan re anîne. Emê bi îdareya peymangehê re bicivin û em ê serdana xwendekaran jî bikin, ta ku bikarin bi baştirî şêwaz piştevaniya wan bikin û berdewamiyê bidin vî karê xwe yê pîroz ji bo avakirina welatê xwe.”

Rêvebir û mamostayên peymangehê jî hêvî dikin ku alîkariyên zêdetir ji xwendekar û mamostayên nû re bên kirin, da ku bi awayekî baştir û pêşkeftîtir fêr bibin.

Rêveberê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Efrînê Îsam Ebdulezîz got: “Me ji destpêka vekirina peymangehê ve, alîkarî ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwast. Ev peymangeh nû li Efrînê vebûye û pêwîstiya me bi gelek pêdawîstiyan heye. Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku ti xemsarî nekir û alîkariya me kir. Em hêvîdar in di rojên pêş de, hin alîkariyên din ji me re werin.”

Li gorî rêveberiya peymangehê, armanca vekirina peymangehê piştgirîkirina prosesa xwendinê û başkirina ezmûna mamostayan e, bi taybetî mamosteyên nû ku li ser bingeha bawernameyên pola duwazdehan hatine tayînkirin. Li peymangehê 1400 xwendekar hene û mamosteyên wan xwedî bawernameyên bilind in.

 

K24

Top