• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêya navbera Dêrelok û Amêdiyê hate vekirin

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
Rêya navbera Dêrelok û Amêdiyê hate vekirin

Jiber hebûna teqemeniyê ev rê hatibû daxistin.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li Dihukê dane, îro danê sibê li ser rêya sereke ya di navbera Amêdiyê û Dêrelokê de gelek teqemenî ( TNT) ku, di rex cadeyê ve bo teqandinê hatibû amadekirin, hatiye dîtin.

Peyamnêrê eşkere kiriye ku, şêniyên deverê bilez aliyên têkildar û aliyên ewlekarî ji hebûna TNT agehdar kirine û aliyên têkildar jî hatûçûya vê rêyê qedexe kirin û piştî wergirtina rêkar û tedbîrên pêwîst ev TNT hatiye teqandin û rê jî hatiye vekirin.

jêderên ewlekarî jî dibêjin goman heye ku, ev TNT ji aliyê pkk ve hatibe danîn.

Top