• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Swîsê yê li Îraqê civiya

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Swîsê yê li Îraqê civiya

Serok Barzanî pîrozbayî li Swîsê dike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Swîsê yê li Bexdayê kir û di civînê de jiber vekirina balyozxaneya Swîsê li Îraqê Serok Barzanî pîrozbayî li Swîsê û balyozê Swîsê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û ragihand gelê Kurdistanê xwedan rêzeke taybete bo Swîsê.

Serok Barzanî herwiha hêvî xwest têkiliyên du alî di her warî de bi taybetî di warê jêrxan û tendirostî de bihêztir bibin.

Her di heman civînê de balyozê Swîsê rêzdariya xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di nava prosesa siyasiya Îraq û herêma Kurdistanê de diyar kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê jî pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ragihand ev serkeftina han serkeftineke mezin ya demokrasiyêye bo gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî jî serkeftî bûna prosesa hilbijartinê bo mêrxasiya gelê Kurdistanê vegerand û balkêşande ser pêngavên qanûnî yên piştî prosesa hilbijartinê.

Rewşa siyasiya Îraq û deverê û pêşhatên dawî yên li deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Top