Trump: Harris dê me tev li şerê cîhanê bike
Donald Trump got, “Eger Kamala Harris bi ser bikeve dê me tev li Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.”
Li Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîn hilbijartinên serokiyê bên kirin.
Namzedê Komariyan û serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û namzeda Demokratan Kamala Harris her ku diçe li hev sortir dibin.
Donald Trump di mîtînga xwe ya li Pensilvanyayê de berê tîrên rexneyên xwe da Harrisê û got:
“Harris ew qasî nekirkêr e ku nikare karê xwe jî xweşik bike.”
Trump her wiha angaşt kir ku Harris nikare bi kesên wekî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Şi Cinping re derxe serî.
“Nikare karê xwe jî bike”
Donald Trump got, “Cîhan ti demê ev qasî nêzîkî şerekî golabal nebûbû” û soz da ku eger ew bibe serok dê xwe ji ber şer bide alî û li pey çû:
“Eger Harris bibe serok ev tê wateya ku li ser jiyanan bi milyonan kesan bi qumarê tê lîstin.
Harris ew qasî bi kêr nayê ku nikare karê jî xweşik bike û ji ber vê jî dê teqez me tev li Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.”
Rudaw
