Iraqê li dijî Îsraîlê nerazîbûna xwe gehande NYê û Encûmena Asayîşa NYê
Berdevkê Hikûmeta Iraqê îro 28.10.2024ê ragehand, bi awayekî fermî dijî binpêkirinan û bezandina esmanê Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve, nerazîbûnên Hikûmeta Iraqê pêşkeşî sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) û Encûmena Asayîşa Netewên yekbûyî re hatiye kirin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekî de aşkera kir, Iraqê bi fermî beyanekî nerazîbûnê pêşkeşî sekreterê giştî yê NYê û Encûmena asayîşa NYê re hatiye kirin, ku pêkhatibû ji şermezarkirina wan binpêkirinên aşkera yên Îsraîlê û binpêkirinên esmanê Iraqê û serweriya Iraqê hatiye kirin û sûd ji esmanê Iraqê hatiye wergirtin ji bo encamdana êrîşa ser Îranê.
Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî Wezareta Derve ya Iraqê erkdar kiriye ku li gel aliyên Amerîkayî derbarê wan binpêkirina de peywendiyên pêkbînin û li gor mercên rêkeftina çarçoveya stratejîk a dualî û pêbendbûna Amerîkayê bi asayîş û serweriya Iraqê tevger bibe.
Herwaha diyar kir, hikûmeta Iraqê pêbendiya xwe ya ji bo serwerî û serxwebûn û pîroziya axa Iraqê deqez kiriye û li ser astên cuda kar dike ku rûbirûyê wan binpêkirinan bibe û diyar kir: ‘’Hikûmeta Iraqê rê nade esmanê Iraqê, bejayî û erdê wê ji bo êrîşa li ser welatekî din bê bikaranîn. Bi taybet jî welatekî cîranê Iraqê be û peywendiyên baş li gel hebin û herwaha berjewendiyên hevbeş li gel yek hebin.’’
Basnews
