• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Qasim Erecî civiyan

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Qasim Erecî civiyan

Behsa rewş û pêşhatên dawî hatiye kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê birêz Qasim Erecî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya Îraqê bi giştî kir.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îraqî jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê, pîrozbayî li me kir.

Li ser girîngiya pêşde birina zêdetir ya hevkarî û hevahegniya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo rûbirû bûna metirsî û gefên terorê û herwiha parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê hemfikir bûn.

 

Top