Nameyeke serxwaşiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana ji bo koça dawî ya zimanzan, nivîskar, pisporê ziman û wêjeya kurdî û damezrînerê Enstîtuya Kurdî li Parîsê Profesor Joyce Blau peyamek sersaxiyê belav kir.
Di nameya sersaxiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî de hatiye: “Ez Ji bo koça dawî ya zimanzan û nivîskar û pisporê ziman û wêjeya kurdî û damezrînerê Enstîtuya kurdî li Parîsê, professor Joyce Blau, sersaxiyê ji malbat û kesûkar û dostû nasên Xanima Blau didim.”
Herwaha dibêje: “Xanima Joyce Blau, dosteke dilsoz ya gelê Kurdistanê bû ku bi rêya berhem û lêkolînên xwe, xizmeteke mezin a ziman û wêje û çanda kurdî kiriye.”
Herwaha Serokê Hikûmetê di nameya xwe de got, “xwedê mezin canê wê bi hiheştê şad bike û aramî sabrê bi hemûyan bibexşe.”
Basnews
