• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mîrê Êzidiyan li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
Mîrê Êzidiyan li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir

Ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û serkeftina wê piroseyê, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir.
Ji bo birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û serkeftina wê piroseyê, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Hazim Tehsîn Beg îro 21.10.2024 pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Mîrê Êzidiyan herwesa hêvî xwast ku perleman û hikûmetên bên ên Herêma Kurdistanê bi baştirîn awa xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve bikin.
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê duh 20.10.2024 bi rê ve çû, li seet 07:00 ê serê sibehê dest pê kir û li seet 06:00 ê êvarê bidawî hat. Du milyon û 686 hezar û 578 kesan mafên dengdanê hebû.
Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Neberd Omer di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rêjeya tevlîbûnê di piroseya dengdan û hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de li dengdana giştî bi vî awayî bû; li Duhokê 78%, li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69%. Hejmara giştî ya tevlîbûnê di piroseya hilbijartinan de jî dibe 72%.

 

Basnews

Top