Ramî Nûrî Siyawiş namzedê dawî yê Xiristiyanan li Hewlêrê yekeme û ji sedî 90ê dengan bi dest aniye
Li gor agahiyên BasNewsê, Ramî Nûrî Siyawiş, namzedê dawî yê Xiristiyan li sînorê Hewlêrê, di hilbijartinên giştî yê Parlamentoya Kurdistanê ku îro birêve çû, heta niha pêşiya hemû rikberên xwe ye û 2 hezar û 311 deng bi dest aniye.
Di vê derbarê de hersê namzedên din ên rikber ku yek ji wan li ser hizba Reyan Kildaniye, hemûyan 250 deng anîne.
Ramî Nûrû namzedê dawî yê xiristiyanan ji sedî 90ê dengan bidest xistiye û heta astekî pir derçûna wî misoger bû ye.
