Lijneya Bilind a Hilbijartinan a PDK daxuyaniyek belav kir
Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistan bo hilbijartinên gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê, ragehandinek belav kir û tê de spasî û desxweşiya dengdêrên taybet kir û belav kiriye ku hejmar û encama bê bingeh a aliyan jî red dikin.
Naveroka wê ragehandinê:
Em girseya hêja ya Kurdistanê agahdar dikin ku beşa hilbijartina Patiya me di çarçoveya erkên Lijneya Bilind a serpereştiya PDKê bo gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê, li navenda dane û zanyariyan de bi piştgirêdan bi şirîta encamên elektronîkî û hejmartina destî ya dengên îstgehên hilbijartinê,
Hemî hûrgilî û encamên dengdana taybet ya ku roja Înê 18ê Cotmeha 2024ê hat lidarxistin, di sîstemeke dîjîtal a pêşketî de heye, lê li gor yasa û rênimayan û ji bo parastin û rêzgirtin ji proseya hilbijartinan, em ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinê ve li benda azadkirina encamên pêşînin.
Li vir em pêwîst dibînin ku spasiya partiya xwe bo dengderên taybet bikin ku wek her car bi rêjeyeke bilind û diyar baweriya xwe bi partiya me dan û hemû hejmarên şaş û bêbingeh red kirin ku ji aliyê partiyeke siyasî ya nerast ve ji bo xapandinê hatine weşandin.
Partiya me, xwe bispêre endam, alîgir, girseyên xwe û gelê xwe yê dilsoz û welatparêzê Kurdistanê, wê serkeftineke mezin bi dest bixe û bêguman encamên dawî yên pêvajoyê jî wê bibe bersiva herî xurt ji kesên xapandinê re.
Lijneya Bilind a hilbijartinê Partiya Demokrata Kurdistan bog era şeşem a Parlamentoya Kurdistanê.
19.010.2024
Basnews
