• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komîsyona hilbijartinan daxuyaniyek belav kir

Gulan Media October 20, 2024 Nûçe
Komîsyona hilbijartinan daxuyaniyek belav kir

Dibêje zêdetir ji hezar û 500 çavdêr di prosesê de beşdarin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, prosesa dengdanê seat 7ê sibê destpê kiriye û seat 6ê êvarê bidawî dibe.

Komîsyonê diyar kiriye ku, 35 hezar çavdêr weke nunerên aliyên siyasî û hezar û 655 çavdêrên navxweyî û biyanî li gel nunerên 14 Konsulusxane û saziyên cîhanî çavdêriya prosesê dikin.

Komîsyonê eşkere kiriye ku, di dengdana giştî de 2 miliyon û 683 hezar û 618 kes xwedan mafê dengdanê ne.

Weke tê zanîn parlementoya Kurdistanê xwedan 100 korsiye ku, ji wan 38 bo parêzgeha Silêmanî, 3 bo Helebce, 34 bo Hewlêr û 25 din jî bo Dihukê ne.

 

Top