• Wednesday, 11 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê daxwazek ji xelkê Kurdistanê dike

Gulan Media October 20, 2024 Nûçe
Balyoza Amerîkayê daxwazek ji xelkê Kurdistanê dike

Peyamek derbarê hilbijartinê de belav kiriye.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de peyamek belav kiriye û nivîsandiye, hilbijartin stûna sereke ya desthilateke demokratîke û îro roja dengdanê ye lewre daxwaz ji xelkê Kurdistanê ewin ku, xwedan mafê dengdanêne biçin û dengê xwe bidin.

Alina Romanowski herwiha diyar kiriye ku, lazime aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî gerentiya şefaf û demokratîkbûna hilbijartinê bikin û lazime prosesa han ji her cure sextekarî û tundkariyê bidûr be û lazime dengdan rengvedana îradeya xelkê be.

Top