Di nav hêzên ewlehiya YNKê de nerazîbûn li dijî naçarkirina deng ji berbijêrê Reyan Kildanî re destpê kir
Di nav hêzên ewlehiya YNKê de bangevaziya bilez tê belav kirin û daxwaz tê kirin neçin bin fişara YNKê ku deng ji berbijêrênn Serokê milîsên Babilyon Reyan Kildanî ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û ji berbijêrê wî re deng neyê dayîn.
Di wê bangevaziyê de ku wêneyekî wê geheştiye BasNewsê û bi nûnertiya piraniya karmend û efserên YNKê li Wezareta Pêşmerge de hatiye belav kirin, daxwaz ji karmendên hêzên ewlehiya YNKê hatiye kirin: ‘’Hişyar bin û nekevin xeletiya mezin a xwekuj ku ji bo dijatiya PDKê bi me didin kirin. Raste emê hewl bidin rikberiya PDKê bikin, lê ne waha dê bandorên wê gelek xirab li ser wijdan û nav û navbangê YNKê hebe.’’
Herwaha tê gotin: ‘’Em dizanin di dema wan du rojane de rêveberiya YNKê û Bafil Talebanî bixwe û rênîşanî dane herdu hevalên Emîndarê Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Bextiyar Emîn û Rêveberê Îstîxbarata Wezaretê Lîwa Wirya û fişarên zêde lê kirine, ku her çi bikarin bikin ji bo daxistin û cîhbicîhkirina fermana Bafil Talebanî ya ji bo tek bi tek efser û karmendên dengdêrê sînorê bazineya Hewlêrê li wezaretê û yekîneyên 70 û lîwayên Kosret Resûl û hin dengderên taybet bi dengdana ji bo berbijêrê Xirîstiyan Reyan Kildanî li Hewlêrê ku ser bi Tevgera Babilyon a ser bi Heşdî Şeibî ye deng jê re bên dayîn.’’
Herwaha hat ragehandin ku Bafil ferman daye wan herdu berpirsên payebilindên YNKê li Wezareta Pêşmerge, bi hemû awayekî be kar ji bo derxistina berbijêrê Reyan Kildanî bikin û gotine: ‘’Ji ber ku Reyan Kildanî fişarekî mezin li Serok Bafil kiriye li hember mijarekî veşartî ku nabe bê behs kirin, ji bo lêdana li PDKê li Hewlêrê ye. Ji bo wê jî herdu heval gefa ji kardûrxistinê li wan hatiye kirin ku eger nikaribin karê cîdî ji bo derxistina berbijêrê Reyan Kildanî bikin.’’
Dawiyê de jî tîka li karmendên hêzên ewlehiya YNKê hatiye kirin ku ji vê plangeriyê agahdar bin, ji ber ‘’Xwîna şehîd Fatîh û Mamerîşe û sedan şehîdên YNKê vê yekê qebûl nake, xayîneke dijî kurd, guhar li guhê wî yê Kildanî û Heşdî Şeibî biçe Parlamentoya Kurdistanê ku bi xebata xelkê me hatiye ava kirin, tenê ji bo dijatiya PDKê ye.’’
Di wê peyamê de rexne li Wezîrê Pêşmerge jî tên kirin û tê gotin: ‘’Tu kesekî şoreşgerî, vê xiyanetê çawa qebûl dikî? Nabe fermana xiyanetê cîhbicîh bikî, dîrok rihmê li we nake û dibe deqekî reş li ser eniya me û YNKê. Bi dehan berbijêrên keç û kurên şehîdên me hene û layîqê wê kursiyê ne û berevaniyê li berjewendiyên YNKê dikin, ne ku kartonên kirêgirtî ne.’’
Dawiyê de jî daxwaz ji hemû Pêşmergeyên YNKê hatiye kirin: ‘’Vê peyamê belav bikin ji bo hemû dilsozên YNKê, nabe wê xeta û xeletiyê bikin û deng di berjewendiya neyarên Kurdistanê de bidin.’’
Basnews
