• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Rêya dualî ya Berdereş – Xebatê dê bandorê li ser tevgera bazirganiya li navçeyê bike

Gulan Media October 17, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Rêya dualî ya Berdereş – Xebatê dê bandorê li ser tevgera bazirganiya li navçeyê bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş – Xebatê danî, ku dê zêdetirî 80 milyar dînaran ve bê cîhbicîhkirin.

Îro 17.10.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya dualî ango du şerîdî ya Berdereş – Xebatê danî û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Spas ji bo vê derfetê ku em careke din hatin xizmeta we, ji bo danîna kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş – Kelekê, ku ev rê bê guman dê gelek bandora wê hebe û sûda wê dê ji bo hemû xelkê Kurdistanê hebe. Me wek kabîneya nehem giringiyekî mezin da jêrxana avakirina rêyan li seranserê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê pêşketinekî mezin a berçav dît, piştî ku ev hemû rê hatin çêkirin. Gelek projeyên din jî hene ji bo hemû Kurdistan sûd ji wan rê û rêyên dualî yên pêşketî û li gor standartên navnetewî hatine çêkirin dê bên bicîhanîn û ji bo parastina hemwelatiyan tên kirin.’’

Barzanî got: Hêjayî gotinê ye ku spasiya wezîr û wezaret û sektora taybet jî bikim ku hemû alîkar bûn ji bo berfireh kirina tora rêyan li ser asta hemû Herêma Kurdistanê. Ew rêya dualî ya navbera Kelek û Berdereşê ne her bi tenê Kelek û Berdereş bi hevdu ve girêdide, herwaha rêyekeî giring a aborî ye ku parêzgeha Hewlêrê li gel parêzgeha Duhok û parêzgeha Mûsilê jî girêdide. Herwaha gleek caran barhelgir ku tên ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo beşên din ên Iraqê diçin sûd ji vê rêyê werdigrin.

Serokê Hikûmetê got: ‘’Ev rêye dibe ku di asteke nebaş de bû û ji ber wê jî gelek caran mixabin bûyerên nexwaş pêkhatin, ji ber ne di astên standart de bû û hatûçûneke zêde û qerebalixekî zêde li ser hebû. Naha bi çêkirina vê rêyê bi vê dîzaynê hêviya me ew e ku hatûçûn asantir û rihettir be û berdewam selamettir be ji bo hemû hemwelatiyan.’’

Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Em hewldidin rêyan baştir bikin, ew tişta ku me kiriye zêdetir ji bo selametî û xizmeta xelkê Kurdistanê ye, lê erkekî din jî dikeve ser milê şofêr û hemwelatiyên Kurdistanê ew jî pêwîste rênmayiyên hatûçûnê li ber çav bigirin. Dema rêyên xweş dibînin, ew nayê wê wateyê ku divê bilez bajon, rênmayiyan li berçav bigrin ji bo parastin û selametiya xwe û ew kesên ku li ser vê rêyê di otomobîlên din de jî hene. Ji ber wê jî em daxwazê li hemû hemwelatiyan dikin  giringiyê bi selametiya xwe û selametiya xelkê din ên Kurdistanê jî bidin. Devera Berdereşê yek ji wan deverane ku hêjaye û hêjayî hemû xizmetekî zêdetire. Mixabin ew xizmetên ku li vê deverê hebûne asta ku me dixwest de nebûye û me dixwest zêdetir bikin. Lê mixabin ew dema derbas bû ji ser gelek sedeman, rewşê rê neda ku em xizmeta vê deverê bikin, herçend tiştên baş jî hatine kirin û di bernameyê de jî heye û eger xwedê derfetê bide û em jî berdewam bin li xizmeta we, înşala dê tiştên baştir bên kirin. Bi taybet jî li sektora av, elektrîk, rê, tenduristî û dibistanan de gelek tişt li vê deverê hatine kirin, lê gelek ji vê zêdetir pêwîste. Bi taybet jî deverekî gelek berfirehe û gundên zêde lê hene. Tişta ku em bikarin înşala em têde bêxemiyê nakin. Herwaha ji aliyê aborî ve ev dever gelek bi sûd e, ava Zê (Zap) nêzîke, navçeyeke berfireh gelek bi xêr e ji bo çandiniyê, hem ji bo çandiniyê, hem ji bo pîşesaziyê, hem ji bo geştûguzarê dikare ev devere zêdetir bê pêşxistin û xizmetekî gelek baştir bê kirin, ku gelek pêşketin li vê deverê hebe, alîkar dibe ji bo baştirkirina rewşa aborî li Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: ‘’Berhemên vê deverê yên wek birinc, patate, tehîn, naha li hemû cîhekî belav bûye, ne tenê li ser asta Kurdistanê geheştiye derveyî Kurdistanê jî. Hêvîdarim ew berhemane zêdetir bibin û bi awayekî baştir û bi sûdwergirtina li teknolojiya nû em bikarin asta berheman baştir bikin û zêdetir bikin, ku ji aliyê bazirganiyê ve jî ev dever gelek giringe, zêdetir rola xwe bibîne bo baştirkirina aboriyê li Herêma Kurdistanê.

Herwaha got: Wekî ku min behs kir, Zê vê derê ye û dikare gelek projeyên din ên geştyariyê li vê deverê bên çêkirin, ji aiyê pîşesaziyê ve dikare ku giringiyekî zêdetir jê re bê dayîn, herçend em dibînin proje tên çêkirin û hîn jî hene, înşala roj bi roj ew proje dê zêdetir jî bibin û xelkê me jî dê zêdetir sûd jê bibîne.

Barzanî got: Careke din ez keyfxweşim ku em vê derê ne ji bo danîna kevirê bingehîn ê rêya Berdereş – Kelekê. Hêvîdarim di demekî nêzîk de kompanya cîhbicîhkar vê rêyê bi asteke baş û kalîteyekî baş a navnetewî de cîhbicîh bike û bikeve xizmeta hemû hemwelatiyan. Careke din spasiya hemû amadebûyan dikim, her sax û selamet bin û Kurdistan jî her avadan be.

 

Basnews

Top