Ez bi vekirina bendava herî mezin a parêzgeha Hewlêrê û danîna kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Samaqulî kêfxweş bûm
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe ji bo danîna kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Gomespan-Simaqolî nîşan da û got: “Em dixwazin binesaziyeke bihêztir, asayişa avê ya bihêztir û enerjiya paqijtir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Cotmehê bi bendava Gomespanê vekir û kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqolî danî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Bi vekirina mezintirîn bendava parêzgeha Hewlêrê û danîna kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqoliyê dilxweş bûm.”
Mesrûr Barzanî got: “Em dixwazin binesaziyek bihêztir, asayişa avê ya bihêztir, enerjiya paqijtir û aboriyek pirrengtir û mezintir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”
Basnews
